180 saziyên sivîl ên Bakur dijî doza girtina HDPê daxuyanî dan

180 saziyên sivîl ên Bakur dijî doza girtina HDPê daxuyanî dan

.

A+A-

Bi qasî 180 sazî û komeleyên sivîl ên civakî û pîşeyî yên li Bakurê Kurdistanê li dijî doza girtina HDPê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wan saziyan dema doza girtina AKPê jî helwest nîşan daye û dijî wê dozê derketine û dibêjin; 13 sal berê li hember AKPê jî doza girtinê hatibû vekirin û wan helwestek hevpar bi daxuyaniyekê nîşan dabû û dixwazin dîsa wê daxuyaniyê ji raya girtî re parve bikin.

Saziyên sivîl daxwaz kirin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê tişta pêwîst bicihanîna reforman û çêkirina destûreke bingehîn a sivîl e.

Li ser tayînkirina qeyûman û hewla girtina partiyan hat gotin, dê Tirkiyeyê ji nirxên demokrasiyê dûr bixe û zirarê bide pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê.

Herwiha hat diyarkirin ku wê girtina HDPê qada siyasete qels bike û rê bide wê ku hêzên derveyî siyasetê xurtir bibin.

Rêxistinên ku di bin daxuyaniyê de navê wan heye:

Baroyên Amed, Semsûr, Agirî, Êlih, Bedlis, Dersîm, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha, Wan, Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê yên Amed, Şirnex, Cizîr, Wan, Mûş, Borsaya Bazirganiyê ya Amedê, Odeyên Rawêjkarên Darayî yên Amed, Wan, Bedlîs, Odeyên Tabîban ên Amed, Agirî, Sêrt, Bedlîs, Mêrdîn, Riha, Wan-Colemêrg, Êlih û Şirnex. Şaxên girêdayî KESK’ê yên Amed, Dîlok, Riha, Wan, Dersim, Semsûr, Colemêrg, Çewlik û Şirnex. Odeyên girêdayî TMMOB’ê yên Amed, Êlih, Riha, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Meletî, Xarpêt, Şirnex, Sêrt, Çewlik, Dersim, Semsûr, Bedlîs. Komeleyên Mafên Mirovan ên Semsûr, Agirî, Êlih, Bedlîs, Dersim, Amed, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Mereş, Qers, Meletî, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Wan û Şaxên Şirnexê. Komeleya Jinan a Rosayê, Nûnertiya TÎHV’ê ya Amedê, Nûnertiya Înîsiyatîfa Heq a Amedê, Navênda Giştî ya Komleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û şaxên wê yên Amed û Wanê, Nûnertiya Herem a Amedê ya DÎSK’ê, Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal a Amedê, Komeleya Mirovên Karsaz û Pîşesaz a Amedê (DÎSÎAD), Komeleya Mirovên Karsaz û Pîşesaz Tekstîl a Başûrêrojhilat (GUNTÎAD), Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û Başûrêrojhilat (DOGUNKAD), Komeleya Mirovên Karsaz û Pîşesaziya Organîzeyê ya Wanê (VOSÎAD), Komeleya Mirovên Karsaz ên Peyaner a Wanê, Odeya Esnafên Ajokar û Otomobîlvan a Wanê, Komeleya Pêşvebirin Lêkolînkirin û Parastina Berhemên Dîrokî-ÇEVDER a Wanê, Şaxa Komeleya Çandê ya Anadolû ya Haci Bektaş Velî ya Semsûrê, Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk a Semsûrê, Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal a Semsûrê, Komeleya Ferhat a Semsûrê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin