18 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

18 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

.

A+A-

Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand, 18 serbazên artêşa wî welatî îro di teqînekê de li gundewarê Şamê hatine kuştin û 27 serbazên din jî birîndar bûne.

Ajansa SANA, ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihandiye, sibeha îro Pêncşembê 13ê Cotmeha 2022an,di encama teqînekê de li gundewarê Şam a paytexta wî welatî, 18 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin û 27 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên heman çavkaniyê, ew leşker di otubuseke artêşê de bûne ku bombeyek bi otbusê ve teqiyaye.

Di 20ê Hezîrana bihorî de jî otobuseke leşkerî ya hêzên artêşa Sûriyê hatibû armanckirin û tê de 15 leşker hatibûn kuştin.

Hêj ti aliyekî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye. Hikûmeta Sûriyê jî hêj derbarê bûyerê de daxuyanî nedaye û ti kes wek berpirsyar nîşan nedaye.

Di wan demên dawiyê de hêzên hikûmeta Sûriyê gelek caran ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûne armankirin, lê nayê zanîn ku ew rêxistin li piştî êrîşa îro ye jî yan na.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin