17 sal di ser serhildana Rojavayê Kurdistanê re derbas bûn

17 sal di ser serhildana Rojavayê Kurdistanê re derbas bûn

.

A+A-

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê berî 17 salan di roja 12ê Adarê de serhildan dest pê kiribû. 

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê berî 17 salan di roja 12ê Adarê de serhildan dest pê kiribû.

Di weke rojeke îro de, di 12 Adara sala 2004an de, li yarîgeha Cîhan li bajarê Qamişlo, di dema  lîstika futbolê de di navbera herdû tîmên Cîhan û Tîma Fitiwê de dest pê kiribû, wê demê alîgirên tîma Ereb Fitiwê ku ji Dêrezorê berê xwe dabûn yarîgeha Cîhan a li Qamişlo, sivikatî li hemberî Ala Kurdistanê û cemwawerê Kurd kiribûn, herwiha beriya dem jî ew cemawer bi alîkariya hêzên ewlehiya rêjîma Beis bi neyînî kevir û dar derbasî nav yarîgehê kiribûn.

Wê demê şer derket û hêzên ewlehiya rêjîma Bes bi biştevaniya cemawerê Tîma Ereb ya Fitiwê di nav yarîgehê de êrîşî Kurdan kirin û Kurdan jî li hemberî wê êrîşê serî hildan û li seranserî Rojavayê Kuurdistanê heya Helebê û taxên Kurdan li şama Paytexta Sûriyê, Kurdistaniyan li dijî rêjîma Beis serî hildan û serhildan ragihandin.

Di wê serhildanê de, bi dehan kes, şehîd û birîndar bûn û herwiha bi hezaran xort û çalakvan û siyasetmedar ji aliyê rêjîma Beisê ve hatin binçavkirin.

42 Kurd şehîd bûbûn, ji wan 14 şehîd ji Qamişlo bû.

11 welatî ji Serê Kaniyê û Amûdê şehîd bûbûn.

 3 welatî li Efrînê şehîd bûbûn.

 7 welatî li Helebê şehîd bûbûn.

Cara yekem bargehên rêjîma Beisê li Kobanî şewitîn û rêjîm li Kobanî nema.

Di serhildanê de bêhtir ji 3 hezar çalakvan û xort û siyasetmedar hatin binçavkirin. Di wê serdemê de ji bo cara yekem di dîroka rêjîma Beis de, peykerê Serokê berê yê Sûriyê Hafiz Elesed li Bajarê Amûdê ji aliyê xwepêşanderan ve hat rûxandin, herwiha ji Dêrikê heya Kobanî û Efrînê navend û bargehên Hikûmeta Beis hatin şewtandin û ji navbirin û rewşa awerte derketibû meydanê.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin