150 leşkerên Amerîka gihîştin Rojavayê Kurdistanê

150 leşkerên Amerîka gihîştin Rojavayê Kurdistanê

150 leşkerên Amerîka gihîştin Rojavayê Kurdistanê

A+A-

Berpirsekî Asayişa Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku 150 serbazên Amerîkî gihîştine navenda leşkerî ya Amerîka li bajarokê Rimêlan ê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê.

Berpirsê Asayişa Rojavayê Kurdistanê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji medyayê re diyar kir, ku hejmarek ji wan 150 leşkerên Amerîka bi rêya balafirên leşkerî yên Artêşa Amerîka û hinek jî bi rêya Herêma Başûrê Kurdistanê derbasî navenda leşkerî ya Rimêlanê bûn.

Li gor daxuyaniya wî bepirsî, di nav wan leşkerên amerîkî de yên ku derbasî Rimêlanê bûn, serbazên istixbaratê û pisporên leşkerî cih digirin.

Wî berpirsê Asayişa Rojavayê Kurdistanê got, hin ji wan leşkerên ku hatine Rimêlanê derbasî bajarokê Bozanê (Eyn Îsa) li nêzîkî bajarê Reqayê, paytexta sembolîk a rêxistina DAIŞê bûn.

Devera Eyn Îsa di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Wek tê zanîn, Amerîkayê biryar dabû ku 250 leşkerên xwe bişîne Rojavayê Kurdistanê.

Hatibû gotin, ku ew leşkerên Amerîka dê alîkariya YPGê bikin û erkê wan tenê rahênan û perwerdeya leşkerî dibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin