15 kes li Sêrtê bi koronayê mirine

15 kes li Sêrtê bi koronayê mirine

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, 15 kesan bi sedema vîrusa nû ya koronayê COVID-19 canê xwe ji dest dane, herwiha 25 kes jî di bin çavdêrîya hûr de ne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Rûmetî yê Jura Pizîşkên Sêrtê, Dr. Ekrem Bîlek ji Rûdaw re ragihand, ku li Sêrtê heya niha bi giştî 300 kes bi koronayê ketine.

Dr. Ekrem Bîlek dîyar kir, heta niha derdora % 50 ji wan nexweşan ku dike 150 kes baş bûne û 150 kesên din jî hêj li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Bi gotina Ekrem Bîlek, li parêzgeha Sêrtê heta niha 25 kes ji nexweşên COVID-19 di bin çavdêrîya hûr a pizîşkan de ne.

Serokê Rûmetî yê Jura Pizîşkên Sêrtê herwiha got, heta niha li Sêrtê ji ber Korona 15 kesan jîyana xwe ji dest dane, ku piranîya wan kesên kal û pîr bûne.

Di derbarê wan gundên kerentînekirî de jî, Dr. Ekrem Bîlek dîyar kir, ku li Sêrtê di çarçoveya tedbîrên xweparastinê û rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê, niha 3 gund hatine kerentînekirin. 

Bi gotina Dr. Ekrem Bîlek, gundek dê sibe kerentîneya wê bidawî bibe û herdu gundên din jî, dê piştî 10 rojên din kerentîneya li ser wan were rakirin.

Ev yek di demekê de ye, ku li gor amarên fermî, heta niha li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 126 hezar û 45 kes bi koronayê ketine, 3 hezar û 397 kesan canê xwe ji dest dane, û 63 hezar û 151 kes jî baş bûne.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin