14 roj in daristanên Dêrsimê dişewitin

14 roj in daristanên Dêrsimê dişewitin

.

A+A-

Di roja çardemîn de şewata Dêrsimê hê jî nehatiye vemirandin. Li gor agahiyan, li navçeya Xolxola Çewlîgê jî du şewatên din yên daristanan derketin. 74 sendîkayên Parêzerên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û hunermendên navdar banga vemirandina şewatê kirin. Şaredarê Dêrsimê dibêje, dewlet cudahî dixe navbera karesatên bakurê Kurdistan û deverên din yên Tirkiyê.

Daristanên Dêrsimê 14 roj in dişewitin. Şewata Geliyê Tanzê ku dikeve navbera navçeyên Xozat û Pilûrê hê jî nehatiye kontrolkirin. Piştî banga Sendîkayên parêzerên 74 bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistan, parlamenter û hunermendên navdar, di roja sêzdemîn de, bo vemirandina şewatê helîkopter hatin şandin.

Parêzgarê Dêrsimê Mehmet Ali Ozkan got: “Aliyê çep û rastê yê geliyê Tanzê, navbera Hozat û Pilûrê dişewite. Bo vemirandinê kar tê kirin. Li çar deveran şewat hebû, sê ji wan hatin kontrolkirin. Bi hevkariya Wezareta Daristanan, bi helîkopteran jî hewla vemirandinê tê dayîn.”

Şaredarê Dêrsimê Fatîh Maçoglu dibêje, bi rojan Qaymeqamê Xozatê bi hinceta ewlekarî rênedaye xelkê navçeyê bi hewlên şewatê vemirînin. Ji ber vê herêmeke berfireh şewitî ye. Rexne li desthilat û rayedarên dewletê digre ku cudahiyê dixe navbera şewat û karestên herêmên rojavayê Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê de.

Parlamenterê CHPê Velî Agbaba dibêje: “Ev der 10 k.m ji navçeya Xozatê dûr e. Duh serê sibê li vê herêmê şewat derketibûn, niha ew vemirî ye. Niha li aliyê din şewat zêdetir bûye. Şewat heta geliyê daketiye. Mixabin di roja 13emîn de rê hatiye dayîn mirov xwe bigihînin cihê şewatê.

Digel şewatên Dêrsimê li navçeya Xolxola Çewlîgê jî şewatên mezin derketin.

Welatî li ser torên civakî rexneyên tund li raya giştî û rayedaran digrin ku, hestiyariya hember şewat û lehî û erdhejên li bakurê Kurdistanê ji deverên din yên Tirkiyeyê lawaztir e.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin