14 leşkerên Îranê li ser sînor hatin revandin

14 leşkerên Îranê li ser sînor hatin revandin

Li ser sînorê Îranê û Pakistanê îro Sêşembî 16ê Cotmeha 2018ê 14 kes ji hêzên Îranê ji aliyê gtûpeke çekdar ve hatin revandin.

A+A-

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê, îro li sînorê qezaya Mîrcawê ya ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê 14 kes ji endamên hêza Besîc û hêzên pasevaniya sînor ji aliyê rêxistina Ceyş El-Edl ve hatine revandin.

 
Malpera Yaneya Nûçegihanên Ciwan ragihandiye, ku 7 kes ji wan hêzên revandî endamên xwecihî yên Besîcê, 5 ji wan endamên hêzên pasevaniya sînor û 2 kes jî endamên Îtilaata Supaya Pasdaran a Îranê ne.
 

Li gorî agahiyan, bûyer li devera Rîg Melek li ser sînorê Îran û Pakistanê û bi dûriya 40 km ji navenda qezaya Mîrcawê çêbûye.

 

Rêxistina Ceyş El-Edl anku Artêşa Dadê ku xwe weke rêxistineke berevanîkar a xelkê Belûçistanê dide naskirin, dema çend salan e ku bo azadî û mafê xelkê Belûçistanê çalakiyan dike, berpirsatiya revandina serbazên îranî li xwe girtiye û ragihandiye, îro Sêşemî (16-10-2018) çekdarên wan êrişî ser binkeyeke Supaya Pasdaran li nêzîkî Mîrcawê kirine û hemû hêzên wê binkeya serbazî ya Îranê girtine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin