14 koçberên Kurd di rêya Ewropayê de hatin girtin

14 koçberên Kurd di rêya Ewropayê de hatin girtin

Li ser sînorê Tirkiyê û Yûnanê, 17 koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê Raniye ya Başûrê Kurdistanê ne, hatine girtin.

A+A-

Li ser sînorê Tirkiyê û Yûnanê, 17 koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê Raniye ya Başûrê Kurdistanê ne, hatine girtin.
 
Saziya Bilind a Koçber û Penaberan li Tirkiyê ragihand ku doh êvarê 17 koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê devera Raperînê ne, dema ku dixwestin sînorên Tirkiyê derbas bikin û xwe bigihînin Yûnanê, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatine girtin.
 
Li gor daxuyaniya wê saziyê, 3 koçberên din karîne ji destê hêzên polîs ên Tirkiyê birevin.
 
Heman saziyê bal kişandiye ser wê yekê jî ku îro dê nûnerê Saziya Bilind a taybet bi koçber û penaberan serdana wan 14 koçberan bike û herwiha dê alîkarîya wan bike  da ku di zûtirîn dem de karûbarê wan yê yasayî bidawî bibin û ji bo Herêma Kurdistanê bêne vegerandin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin