11 jin û zarokên Êzîdî hatin rizgarkirin

11 jin û zarokên Êzîdî hatin rizgarkirin

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) 11 jin û zarokên din ên Êzîdî ji dest DAIŞê rizgar kir û ew radestî Mala Êzidîyan kirin.

A+A-

Hat ragihandin ku 11 jin û zarokên din ên kurdên Êzidî ji alîyê HSDyê ve hatin rizgarkirin û bi hevahengîya Mala Êzîdîyan a li Cizîrê û Kampa Holê ya Penaberan, ji HSDyê hatin wergirtin.

Piştî rizgarkirina tevahiya navçeyên rojhilatê Firatê û bidawîhatina desthilata DAIŞê li Baxozê, HSDê karî bi dehan jin û zarokên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, rizgar bikin.

Piştî rizgarkirina wan welatiyan, Mala Êzidiyan li Rojavayê Kurdistanê serperiştiya veguhastin û vegera rizgarbûyan bo Herêma Kurdistanê dike.

Hevdem, li Herêma Kurdistanê jî komîteyeke bilind bo pêşwazîkirin û dûvçûna dosa windabûyên Kurd ên Êzidî heye û di riya wê komîtê re kesên rizgarkirî vedigerin Şingalê.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin