100 salîya Dr Nureddîn Zaza

100 salîya Dr Nureddîn Zaza

Roza Kurd / Rûpela Nû-Stockholm

A+A-

Bi amadekirina Komeleya kurd ya demokratik û kulturî li Stockholmê ahengek ji bo pîrozkirina 100 saliya Dr Nureddin Zaza, bi naverokeke gelek dewlemend li dar ket.

Li Kitêbxaneya Kurdî, li Stockholmê salon tijî bû û gelek beşdar li ser piyan mabûn.

bîranîna-n.-zaza-4.jpg

Rêzdar Hacî Kardoxî rêvebirê ahengê bû û wî bi helbesteke li ser Dr Nureddin Zaza aheng vekir. Dû re Rêzgirtin ji bo cangoriyên Kurdistanê hat kirin.

Ji bo 100 saliya N. Zaza pasta rojbûnê bi wêneyên N. Zaza û Ala Kurdistanê hatibû amadekirin û li ber strana ku N. Zaza pir jê hez dikir ”Ez Kevokim Lê Lê” hat pîrozkirin.

Kurtefilmeke li ser jiyana wî, ji aliyê Mahmud Lewendî ve hatibû amadekirin. Gelek nameyên N. Zaza hatin xwendin.

Li ser jiyana Nureddin Zaza, rêzdar Omer Şêxmûs axaftineke dirêj pêşkeş kir. Rêzdar Samî Namî jî ji dema zaroktiya xwe gelek bîranîna xwe bi N. Zaza re gotin. Rêzdar Reşo Zîlan, li ser bîranîn û jiyana wî gelek tiştên balkêş gotin.

bîranîna-n.-zaza-002.jpg

Nivîskar Firat Cewerî li ser nameyên di navbêna wî û Nureddin Zaza de axifî û hin name ji beşdaran re xwend. Salih Înce li ser jiyana wî ya dema vegeriya Bakurê Kurdistanî û behsa wê demê kir û bi taybetî balê kişand li ser hevalbendiya Nureddîn Zaza û bavê xwe Nîyazî Înce ku wê demê li Erganîyê karmend bû.

Şanoyek ji aliyê Kemal Görgü hate pêşkeşkirin.

Mûzîsyenê kurd Mustefa Bilge bi muzîka xwe reng da ahengê.

Xanima Nureddin Zaza, Gilberte peyamek bi videoyî, ji ahenga Stockholmê re şandibû. Digot, kurd ji siyesetê wêdetir, divê di warê kulturê de pir çalak bin.

Konê Reş, peyamek videoyî şandibû û qala girîngiya Nureddîn Zaza ya di nav tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û kesayetiya wî ya têkoşer kiribû. Û qala fikira xwe ya pêşniyara pîrozkirina sedsaliya Nureddîn Zaza kir.

Axaftin û agahdarîyên di derheqê Nureddîn Zazayî de ewqas balkêş û dagirtîbû ku bernameya ahengê ji du saet dirêjtir ajot. Beşdaran qehremanekî Kurd digel hemû êş, zilm û zordariyê, seranserê jiyana xwe ji bo milet û welatê xwe feda kiriye, kirin dilê xwe û bi xwe re birin malê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin