10 rêxistinên sivîl li dijî Tirkiyê gilînameyek ji UNê re şandin

10 rêxistinên sivîl li dijî Tirkiyê gilînameyek ji UNê re şandin

.

A+A-

 10 rêxistinên civaka sivîl gilînameyek bo biryardera taybet bi tundûtûjiya li dijî jinan ya Neteweyên Yekbûyî Rîm El-Salim şandine ku biryare, di naverasta Tîrmehê de, serdana Tirkiyê bike.

Di gilînameyê de, li ser rewşa xirab a jinan li navçeyên li jêr destê Tirkiyê û opozisyona Sûriyê de hatiye rawestan.

Rewşa jinên li navçeyên Sûrî yên ku ji aliyê Tirkiyê ve, bi alîkariya grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê hatine dagirkirin xirab e.

Zeîlxe Welîd Hesen a 30 salî ji gundê Rûta 7ê Hezîrana 2020an ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê bi malbat û zarokên xwe re hatibû girtin. Dest danîn ser mal û milkên wan û ji encama îşkencedanê, piştî bêhtirî salekê û bê cih û pena li cadeyan bêkes mabû. 

Derbarê rewşa xirab a jinan li navçeyên di jêr destê Tirkiyê de, 10 rêxistinên civaka sivîl gilînameyek bo biryardera taybet bi tundûtûjiya li dijî jinan şandine ku biryar e, di naverasta meha Tîrmehê de, serdana Tirkiyê bike.

Seroka Tora Jinên serkirdeyên Aştiyê Stêr Qasim a ku yek ji rêxistinên beşdarî wê gilînameyê bûye, ji Rûdawê re armanca vê gilînameyê aşkere kir.

Seroka Tora Jinên serkirdeyên Aştiyê Stêr Qasim got, “Ji ber ku biryardera taybet bi tundûtûjiya li dijî jinan ya Netewên Yekbûyî Rîm El-Salim ji bo mafê jinan dê serdana Tirkiyê bike. Me xwest em vê nameyê bigihînin wê dema ku ew li Tirkiyê be, tiştên belgekirî, bûyerên ku li Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Spî çê dibin, em dixwazin bibînin bersiva dewleta Tirk çi ye, çi dikare bike wek dewleteke dagirker. Mixabin civaka navdewletî qebûl nakin ku Tirkiye dagirker e li gor tiştên ku çê dibin, di bin herêmên di bin destê Tirkiyê de li dijî jinan.”

Rêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina Hevdestî Izedîn Salîh jî ku yek ji rêxistinên ew gilîname amade kirine ji Rûdawê re dibêje Tirkiyê wekî dewleta dagirker bi erkê xwe ranabe.

Rêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina Hevdestî Izedîn Salîh anî ziman, “Deverên ku Tirkiyê dagir kirine wek Serê Kaniyê, Efrîn, Girê Spî binpêkirin li ser jinan berdewam e. Jinên ku li wan deveran mane li rastî zêdegaviyan, binpêkirina tên, heta asta destdirêjiyê. Li gor belgeyan ew zêdegavî li pêş çavên Tirkiyê çê dibin bêyî ku Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve rêgiriya vê bikin. Li gor Rêkeftina Cenevê Tirkiye wek dagirker li ser xaka Sûriyê divê pabendî rêkeftin û peymanên navdewletî bibe. Her wiha ji ber ku Tirkiye serpereştiya Artêşa Nîştimaniya Sûriyê dike, ew berpirsyar e ji zêdegavî û binpêkirinan. ”

Li gorî gilînameya 10 rêxistinan, tenê di salekê de, 54 jin û keç ji herêma Efrînê hatine girtin. Jinên girtî di zindanên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê rastî îşkenceyê û reftarên xirab hatine.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin