1 Gulan; ji bo Kurdistaneke azad û demokrasîyekê firehtir

1 Gulan; ji bo Kurdistaneke azad û demokrasîyekê firehtir

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) "1ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz kir!"

A+A-

Bi hêvîya ku, li ser axa welatê xwe, li ser bingehê azadî û edaleta civakî miletê Kurd û civaka Kurdistanê bikaribe xwe bi xwe bi awayekî azad îdare bike, Partîya Azadîya Kurdistanê 1ê Gulana hemû karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê û dinyayê pîroz dike.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di daxuyanîyeke de dibêje; ”Kedkarên bakurê Kurdistanê, îsal jî ji mafên xwe yên bingehîn ên aborî, civakî, neteweyî û demokratîk bêpar, pêşwazîya 1ê Gulanê dikin. Karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û serdestîya miletê xwe, welatê xwe û têkoşîna ji bo azadî, demokrasî, jîyaneke bi rûmet û edaleta civakî bi hev re dimeşîne.

Ji ber vê yekê, 1ê Gulanê ji bo karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê maneyeke xwe ya hîn firehtir û kûrtir heye. Di 1ê Gulana 2017an de karker, karmend û bi giştî kedkarên bakurê Kurdistanê di rewşeke xerab de dijîn; şerê heyî û qedexeyên Rewşa Awarte jî rewşa kedkaran zehmettir dike.Bi hezaran kes ji karên xwe hatine avêtin.

Kedkarên Kurdistanê têkoşîna ji bo aborîyeke hîn baştir, ji bo maf û demokrasîyeke hîn firehtir û ya welatekî azad bi hev re dimeşînin.”

PAK dibêje em di 1ê gulanê de dengê xwe bilind bikin û bêjin ‘’Ji şer re, ji Rewşa Awarte re na; ji çareserîya siyasî û ji azadîya Kurdistanê re erê’’.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin